Li Dêrazorê belavkirina êmê sewalan dest pê kir

Komîteya Çandinî û Berhemên Sewalan a Kantona Dêrazorê dest bi belavkirina êm li xwediyên sewalan kir.

Li Dêrazorê belavkirina êmê sewalan dest pê kir
Li Dêrazorê belavkirina êmê sewalan dest pê kir
Li Dêrazorê belavkirina êmê sewalan dest pê kir
Li Dêrazorê belavkirina êmê sewalan dest pê kir
1 nîsan, 2025   07:15
DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber kêmbûna baranê hişkesalî çêbûyê ku bandorê li qada sewalvaniyê jî dike.

Komîteya Çandinî û Berhemên Sewalan a Kantona Dêrazorê li gorî derfetan destekê dide xwediyê sewalan. Komîteyê ku demek berê serjimariyeke giştî ya sewalan kiribû, êm li xwediyên wan belav dike.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Çandiniyê ya Komîteya Çandinî û Berhemên Sewalan, Îsamîl Ehmed der barê mijarê de diyar kir ku xebatên serjimariyê 3 mehan (ji Kanûna 2024’an heya Sibata 2025’an) dewam kir û got li 4 herêmên kantonê, her wiha 7 gundên girêdayî wan sewal (pez) hatin hejmartin.

Îsmaîl Ehmed anî ziman li gorî serjimariyê, li kantona Dêrazorê 3 milyon û 200 hezar serî pez hene û wiha  domand: "Komîteyê 2 hezar û 867 ton nexal (kapek) li xwediyên hêştir, pez û çêlekan belav kir."

Ehmed da zanîn ku ji bo her seriyek pez 4 kîlogram, ji her çêlek û hespekî re 20 kîlogram hat belavkirin û diyar kir ku wan giraniya piştevaniyê da xwediyên sewalan ên li herêmên çolistan.

Îsmaîl Ehmed destnîşan kir ku li aşan û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê kîloyeke kapek bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye, lê li sûkên reş bi 3 hezar û 500 lîreyan e.

Îsamîl Ehmed hêvî kir ku Rêveberiya Xweser miqdara êm ji bo xwendiyên sewalan zêdetir bike.

Komîteya Berhemên Sewalvaniyê ya Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Dêrazorê dê di dema pêş de dest bi hejmartina çêlek û hêştiran bike.

(bb)

ANHA