ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2024
9 tebax 2024   02:00

Jinên ji Çilaxayê got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê têkoşînê berdewam bikin.

Rûspiyên eşîra Igêdat êrişên hikumeta Şamê û çeteyên ˊDîfa El Wetenîˊ li dijî rojhilatê kantona Dêrazorê şermezar kirin. Rûspiyan got ew ji bo têkbirina êrişan bi QSDˊê re ne.

Nivîskar Heval Dilbihar anî ziman ku pêwîstî bi lidarixstina kongreyek netewî a rewşenbîran heye û diyarkir ku ev dê bibe bingehek mezin ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd.

“Destên min ji pişt ve kelepçe kirin, kehrebe dan laşê min, bi wêneyên xwîşka min gefa sîxurtiyê li min û malbata min kirin”. Elî Welî yê 17 salî bi van gotinan pêkanînên leşkerên Tirk û çeteyên wan vegotin.

Cotkaran li kantona Reqayê hêvî dikin ku pembo îsal baş be. Her wiha biryara Rêveberiya Xweser a ji bo wergirtina pembo bi erênî dîtin.