Îsraîlê gundewarên Humisê bombebaran kir
Îsraîlê depoyên çekan ên li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Şiêrat li gundewarê rojhilatê Humisê bombebaran kir, di encamê de 4 leşkerên hêzên Şamê birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê depoyên çekan ên foca El Hemrat li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Şiêrat a li gundewarê rojhilatê Humisê bombebaran kir.
Têkildarî mijarê, çavkaniyekî leşkerî yê hêzên Şamê got nêzî saet 20:55ˊan vê êvarê Îsraîlê êrişeke hewayî ji bakurê Lubnanê ve gelek nuqteyên leşkerî li herêma navîn pêk anî.
Li gorî çavkanî di encama êrişê de 4 leşker birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.
(fr)