Li Helebê têkildarî rola Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina krîzan de panel

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî paneleke siyasî li dar xist.

8 tebax, 2024   23:09
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî ji bo nîqaşkirina aliyê hiqûqî yê tecrîdê li hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê paneleke siyasî organîze kir.

Di panelê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn, kesayetên serbixwe, rûspiyên eşîran û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, mijara yekemîn a panelê ya li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî heta revandinê di 15ˊê Sibata 1999ˊan de ji hêla endama însiyatîfê Xalîde Mihemed ve hat xwendin.

Xalîde got: "Modela Rêbertî modeleke ji têkela neteweyî, olî, çînî, stratejîkî û felsefî ye û bi pêş ket û bû gerdûnî. Rêbertî ji biçûkaniya xwe de ji rêber û fîlozofên din cudatir bû. Ji ber ku li hember modelên derew ên rêbertiyê sekinî, îdeolojiya teorîk û pratîkî bi pêş xist."

Endama însiyatîfê Fadiya Şêx Îsa jî mijara duyemîn a li ser binpêkirina qanûn û mîsaqên navneteweyî ji hêla Tirkiyeyê ve nîqaş kirin. Fadiya got: "Dewleta Tirk naveroka madeya 5ˊan a rêgezên mafên mirovan bin pê dike, her wiha mîsaqa navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî têk dibe, pîvanên herî hêsan ên dan û standina bi girtiyan re bin pê dike."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko axivî û got: "Rast e, dewletên mezin komplo pêk anî, lê mayîna Rêbertî heta niha di girtîgehê de ji bo bawermend û alîgirên fikra wî û gelê wî yê Kurd gunehek e. Ji ber ku berxwedana wan ne di asta tê xwestin û têrker de ye ku azadiya wî ya fîzîkî misoger bike."

Endamê Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Enwer Bekir ku gelek caran li Sûriyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştî ye axivî û got: "Di dîrokê de rêberekî mezin mîna Rêber Abdullah Ocalan nehatiye. Rêbertî erka dîtina çareseriyan ji doz û krîzên netewe-dewletan çêkirine re hilgirt ser xwe."

(fr)