ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2024
9 hezîran, 2024   02:00

Jinan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê û ramanên wî berbelav dibin.

Parêzeran destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk sûcekî li dijî gelên herêmê ne, ji ber ku êrişî serdestiya dewleteke cîran dike û li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî ev êriş li dijî qanûnan in û lihevkirinên Cinêvê yên 12`ê Tebaxa 1949`an binpê dike.

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Kantona Reqa dest bi gihandina kehrebê li taxên nû yên bajarê Reqa yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şaredariyên kantona Tebqa ji bo piştgiriya protestoyên xelkê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê meşekê li dar dixin, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Helebê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji pêş hola 8ˊê Adarê ya civînan a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)