Li Hesekê jenartor teqiya, 3 erebe şewitîn

Li bajarê Hesekê jenartoreke ceyranê teqiya û 3 erebe şewitîn.

Li Hesekê jenartor teqiya, 3 erebe şewitîn
9 hezîran, 2024   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet derdora 01.00’an li başûrê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê jenartoreke ceyranê teqiya û şewateke mezin çêbû.

Şewatê 3 erebe ku li nêzî jenartorê hatin sekinandin da ber xwe.

(bb)