Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir

Yekitiya Nivîskarên Kurdên li Suryeyê, bi drûşmeya “Çîrok Bîrdanka Gelan e’ 9’emîn Mîhrîcana ˊKurteçîroka Kurdîˊ li Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.

Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn a Kurteçîroka Kurdî dest pê kir
8 hezîran, 2024   22:54
QAMIŞLO

Mîhrîcana ku li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo starta wê hat dayîn, rewşenbîr, nivîskar, hunermed û gelek kes beşdar bûn.

Di axaftina vekirina mîhrîcanê de endamê komîteya amadekariya mîhrîcanê Qadir Eqîd axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Qadir Egîd di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka wêjeya nivîskî ya Kurdî û da zanîn ku yekem car bi navê Fuat Temo di sala 1913’an de, di kovara Rojê Kurd de bi navê Çîrok, ser du xelekan hatiye weşandin. Qadir Egîd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi minesebeta dîroka wêjeya kurdî, her sal vê mîhrîcana kurteçîrokan li dar dixin.

Qadir Egîd di axaftina xwe de qala çîrokên ku wê bikevin pêşbirkê kir û destnîşan kir ku ji Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Serêkaniyê, Efrîn, Kobanê, Amed, Farqîn, Nisêbînê, Îngîlîstan, Swêd û Hollanda 41 çîrok gihîştine ber destên wan û da zanîn ku komîtaya amadekariyê 35’ çîrok qebûl kirine.

Qadir Egîd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xwediyê çîrokên ku Amûdê û Qamişlo ne wê çîrokên xwe zindî bixwînin, lê yên li cihê dûr û derveyî welat jî wê bi dîmen û dengên ku şandine bên xwendin.

Pişt re Hevseroka Desteya Çandê a Kantona Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Suryeyê Firyal Çolî axivî. Firyal Çolî di axaftina xwe de diyar kir ku tevî hemû karên şoreşê, meşandina xebatên wêjeyî jî xwedan girîngiyekê ne.

Firyal di dawiya axaftina xwe de mîhrîcana 9’emîn li rewşenbîr û nivîskaran pîroz kir.

Bernameya mîhrîcanê bi koma mûzîkê, bi stranên gelerî dom kir.

Mîhrîcana ku îro (8ˊê Hezîrana 2024) dest pê kir, wê heya 12’ ê Hezîranê dom bike.

Di mîhrîcana de wê wek du beş kurteçîrokên modern û yên klasîk 35 kurteçîrok bikevin pêşbirkê û di dawiya mîhrîcanê de wê li ser 3 asta xelat bê dayîn.

(bm)

ANHA