ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2025
8 kanûn, 2025   02:00

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê xetereyên gotinên kîndariyê li ser aştiya navxweyî li Sûriyeyê hişyarî da û bang kir ku dawî li vê rûdanê were û  diyaloga Sûriyeyî were bipêşxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dan û standinên bi Şamê re, Meryem Îbrahîm diyar kir ku astengiyên li pêşiya pêkanîna peymana 10`ê Adarê ne ji Rêveberiya Xweser in, lê hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê wê dereng dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê hêviyeke mezin xist dilê pêkhateyên gel, lê ji ber avêtina gavên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên bi armanca hegemonyayê, ev hêvî têk çûn. Ev gav egera rûdana şer û aloziyan zêde dikin. BI WÊNE

Çalakiyên Mîhrîcana Orkêş a 3ˊyemîn li hola Serdem a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê dest pê dikin, mîhrîcana heta 3 rojan dewam dike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN