Li Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

Li navçeya Tûşbayê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû.

Li Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
7 kanûn, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Derebeyê yê navçeya Tûşbayê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê derdorê saet 22.18ˊan de bi pileya 4.5 erdhej çêbû. Erdhej bi dijwarî hat hîskirin û tirseke mezin çêkir. Li gorî Rasathaneya Kandîlliyê kûrahiya erdhejê 5.7 e.

Gelek bajarên derdorê jî erdhej hîs kirine.