ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2024
7 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Çilaxayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Em ji doza xwe re edalet û ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî dixwazin." BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê Efrînê ev cara duyemîn e êşa koçberkirina bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dikişîne. Lê hêviya vegerê koçberan bi siberoja wan û axa wan ve girê dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ji bajarên Holê û kantona Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û got dê li gel hêzên xwe yên leşkerî projeya neteweya demokratîk biparêzin û li hemberî planên dijber bisekinin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina PYDˈê ya bajarê Çilaxa ji bo nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî civînekê ji gel re li dar dixe. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Qebleya Zubeyd a Ereb der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyekê li eywana şêxê qebîleyê ya li gund Kênco yê başûrê bajarê Çilaxa dide. (16.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rûspiyên eşîrên Ereban ên li bajarê Til Kokçerê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrîn-Şehbayê û koçberkirina şêniyan de daxuyaniyekê didin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Kesayet, çalakvan û nûnerên meclisên partiyên siyasî yên li bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê didin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Rizgariya Efrînê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê tên veşartin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar dikin. Daxuyanî li ber avahiya meclisê tê dayîn. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA