Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin û peyamên dilsoziya bi berxwedana gel re hatin dayîn.

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan 
6 kanûn, 2024   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Oberhausen, Dortmund, Innsbruck, Saarbrucken û Darmstadtê  yên Ewropayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

OBERHAUSEN

Kurdistaniyên li bajarê Oberhausen ê dijîn, li ser banga DKTM’ê li ber Navenda Trenê hatin ba hev û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kirin. Dostên Kurdan ên Alman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bêyî navber dirûşmên “Bij berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de Hevserokê DKTM-Duisburgê Ehmed Kobabê, li ser navê Rêxistina Ciwanên Tamîl a Oberhausen û Partiya Çep (Die Linke) axaftin kirin.Di axaftinên hatin kirin de êrişên dagirkeriyê hatin protestokirin û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û Rêber Apo azad bibe.

Di çalakiyê de daneza KON-MED’ê ya bi zimanê Almanî û Kurdî hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Terorîst Erdoğan” û “Kurdistanan wê ji faşîzmê re bibe goristanan” bi dawî bû.

DORTMUND

Li navenda bajarê Dortmundê jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Di mîtîngê de bêyî navber dirûmên “Bijî Serok Apo”, “Dewleta Tir bicehime” û “Piştevaniya navneteweyî” hatin berzkirin.

Di mîtîngê axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Helebê bi çalakiyekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya  ber peykerê Annasäule ya li caddeya Maria-Theresienê bûn.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand bi ser êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û gotin: “Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Di çalakiyê de danezên li ser êrişên dagirkeriyê yên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmên Kurdî û Almanî bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Kurdistaniyên ku li stasyona trenê ya navendî ya Saarbrucken a Almanyayê hatin ba hev, êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngê şermezar kirin û peyamên dilsoziya bi berxwedana gelê Rojava re dan.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku sibe li bajêr bê lidarxistin hat kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana QSD'ê", "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Bimre xiyanet", "Dagirker ji Rojava bicehemin" û "Terorîst Erdogan" bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê ji bo piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Gel ve hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Bi dehan Kurdistanî, endamên Komeleya Piştevaniya Rojava ya Almanyayê û nûnerên partiya Dîe Lînke beşdarî meşa ku li kolana herî qelebalix a bajêr hat lidarxistin, bûn.

Hevserokê FCDK-KAWA’yê Mehmet Çopan di çalakiyê axivî û bal kişand ser lîstikên li ser Rojava. Çopan diyar kir ku ciwanên Kurd wê li dijî êrişên dijmirovahî têdikoşin û got, "Em ê her roj li qadan bin."

Gelek saziyên li Elmanyayê jî peyamên piştgiriyê dan. Di meşê de ku pankart û alên mezin ên TEV-DEM'ê ya Rojava hatin hilgirtin û dirûşmên "Qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin.

Meş bi banga beşdarbûna mîtînga navendî ya sibê saet di 13.00 de li Qada Alte Opera ya Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bû.