ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2026
6 gulan, 2026   02:00

Jinên hiqûqnas û çalakvan diyar kir ku dê têkoşînê bidomînin heta ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Roja Şehîdan a ku dikeve 6'ê Gulanê, rastî hewldanên kêmkirina sembola xwe ya neteweyî tê. Hişyarî hene ku armanca van hewldanan qedexekirina nasnameya Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û rojnamevana misirî Nesrîn Matûq diyar kir ku naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) dê destkeftiyên wan ên şer veguherîne mafên siyasî, qanûnî û destûrî û hişyarî da li ser xetereyên dûrxistina wan û bandora wê ya li ser têkoşîna jinan.

Malbatên dîlgirtiyan destnîşan kir ku zarokên wan ji bo parastina axa xwe tê koşîne û hatin dîlgirtin û got “Em di zûtirîn demê de zarokên xwe dixwazin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundên Aliyan ên Çilaxayê ji ber bilindbûna bihayan û kêmbûna kirînê, bi armanca dabînkirina pêdiviyên rojane sebzeyan diçînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemedxêr Necarî bal kişand ser girîngiya pêşxistina jiyana hevbeş, redkirina kîndariyê, xurtkirina edaletê û serweriya qanûnê û diyar kir ku pêwîstî bi avakirina dewleteke qanûnê heye ku aramî û aştiya sivîl garantî bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Biryara derxistina bi sedan karkerên di saziyên hikumeta Sûriyeyê de ji kar, bi tayber hezar û 75 karmendên Rêveberiya Çandiniyê ya Laziqiyê û kesên astengdar, bû sedema nerazîbûnê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Mehmûd Mirî li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Til Temirê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîl in, li ser rêya M4 protesto dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobanê bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad guhertina navên bajar û navçeyên Kobanê ji Kurdî bo Erebî û tayînkirina kesên ji derveyî herêmê di saziyên rêveberiyê de bêyî vîna gel red û şermezar dikin û daxwaza xwe ji hikumeta demkî re radikin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi armanca piştgiriya YPJˊê meşekê ji Çerxerêya Sonî ve li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Kobanê komek din ji xwendekarên Wêjeya Kurdî yên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bûn li avahiya nû ya zanîngehê mezûn dike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN