Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin

Li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, nûnerên yekitî û desteyên rewşenbîran û eleqedarên çand û wêjeyê dîwana helbestê ya helbestvan Feyrûz Reşk hat îmzekirin.

Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
Li Qamişloyê dîwana helbestê ya Feyrûz Reşk hat îmzekirin
5 gulan, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parka Xwendinê yê bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina dîwana helbestê ya bi navê "Min tu jî bîr kir lê..." ya helbestvana Kurd Feyrûz Reşk, ji hêla Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ve, hat lidarxistin. Di merasîmê de rewşenbîr, nivîskarî, helbestvan, nûnerên yekitî û desteyên çandê û eleqedarên wêjeyê û hunermend Beha Şêxo amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Yûsif Kotî bi xêrhatina beşdaran kir.

Di şahiyê de helbest ji aliyê helbestvan Meryem Temir û Feyrûz Reşk ve hatin xwendin. Feyrûz spasiya beşdaran li ser eleqeya wan a bi wêje û helbestê re kir.

Şahî bi îmzekirina dîwanê û belavkirina dîwanê li amadebûyan bi dawî bû.

Ev şahî beşek ji çalakiyên çandî ye ku piştgiriya tevgera wêjeyî li herêmê dikin.

(ac/fr)

ANHA