Rejîma Îranê 24 sal cezayê girtîgehê li 3 kesan birî

Dadgeha Şoreşê ya Kermana Îranê 24 sal cezayê girtîgehê li sê welatiyên Behayî Venûs Huseynî Nejad, Edîb Şehbazpûr û Şekîla Qasimî birî.

Rejîma Îranê 24 sal cezayê girtîgehê li 3 kesan birî
4 mijdar, 2026   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dadgeha Şoreşê ya Kermana Îranê sê welatiyên Behayî yên bi navên Venûs Huseynî Nejad, Şekîla Qasimî û Edîb Şehbazpûr bi giştî bi 24 salan cezayê girtîgehê mehkûm kir.

Li gorî raporên hatine belavkirin, ev ceza di 9’ê Sibata 2026’an de ji aliyê Şaxa 5’an a Dadgeha Inqilabê ya Kermanê ve hatine birîn û ji bo her yek ji wan 8 sal cezayê girtîgehê hatiye diyarkirin. Tiştên ku pê tên tawanbarkirin ev in: “endametiya di komê de”, “civîn û hevpeymana li dijî ewlehiyê” û “geşepêdana propagandaya li dijî nîzamê”.

Venûs Huseynî Nejad, Edîb Şehbazpûr û Şekîla Qasimî di 15, 21 û 2’yê Sibata 2026’an de hatibûn girtin. Piştî çend mehan bi kefaletê bi awayekî demkî hatibûn berdan.

BERÊ JÎ HATİBÛN CEZAKİRİN

Ev biryar di çarçoveya berdewamiya dozlêgerîna dosyaya pênc welatiyên Behayî yên li Kermanê de hatine dayîn. Berê jî Peywend Naîmî û Borna Naîmî ku du welatiyên din ên Behayî ne, di heman dosyayê de bi pêwendî bi 12 sal û 6 meh û rojek û 8 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Bi vî awayî giştiyê cezayên ku ji bo van 5 welatiyan hatine birîn, dighêje 44 sal û 6 meh û rojek cezayê girtîgehê.