Li Humsê kesek bi guleavêtinê birîndar bû

Li taxa Ekremê ya Nû ya Humsê ciwanek ji ber guleavêtinê ji aliyê çekdarên nenas ve ku li ser motorsiklêtên siwar bûbûn, birîndar bû.

Li Humsê kesek bi guleavêtinê birîndar bû
4 mijdar, 2026   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çekdarên nenas ku li ser motorsiklêtên siwar bûbûn, li nêzî Xwaringeha Beyt Yasmîn a taxa Ekremê ya Nû ya Humsê gule avêtin, di encamê de ciwanên bi navê Heyan Wesof birîndar bûn.

Li gorî agahiyên heyî, êrişkaran gule avêt ciwan, piştre revîn. Heyan ji bo nexweşxaneyekê bajêr hat veguhastin.

Hat diyarkirin ku motorsiklêta ku rengê wê reş e li cihê bûyerê ma, dewriyeyek hat cihê bûyerê. Lê heta niha sedemên avêtina guleyan nehatine diyarkirin.

(f)