ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2026
4 tîrmeh, 2026   02:00

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, edaleta pêvajoya veguhêz (derbasbûnê) bi darizandina berpirsên binpêkirinan tenê ava nabe, lê divê sazî werin sererastkirin, tazmînat ji qurbaniyan re werin dayîn û rastî werin aşkerakirin. Çima pêdiviya sûriyeyiyan bi edaleta pêvajoya veguhêz heye û ji bo ku were pêkanîn çi hewce dike? (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên ji bajarê Girkê Legê got êrişên li ser Kurdên Til Eran û Til Hasilê binpêkirina mafên mirovan e û daxwaza hesabpirsînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Çilaxayê ji şaredariya xwe dipirsin çima projeyên xizmetguzariyê yên îsal dereng mane. Şaredariyê jî diyar kir ku heyanî bi bi şîrketan re li hev kiriye, dereng mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Karmendên Saziya Giştî ya Tûtinê ya Sûriyeyê ku ji destpêka îsal ve mûçeyên xwe wernegirtine, bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû ne. Tevî vê yekê ji wan tê xwestin ku rojane kar bikin û deynên saziyê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).