Wezareta Dadê dest bi darizandina bersûcên bûyerên Siwêdayê kir

Wezareta Dadê diyar kir ku Dadgeha Cezayê Leşkerî li Şamê dest bi rûniştinên darizandina dozên têkildarî tundiya ku di Tîrmeha 2025`an de li Parêzgeha Siwêdayê qewimî kiriye.

Wezareta Dadê dest bi darizandina bersûcên bûyerên Siwêdayê kir
3 tîrmeh, 2026   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Dadê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro ragihand ku Dadgeha Cezayê Leşkerî li Şamê dest bi rûniştinên darizandinê yên dozên têkildarî tundiya ku di Tîrmeha 2025`an de li Parêzgeha Siwêdayê qewimî kiriye.

Wezaretê li ser zimanê serokê komîteya lêpirsînê diyar kir ku Dozgerê Giştî yê Leşkerî hejmarek kes şandine dadwerê lêpirsînê, di heman demê de hin doz ji Dadgeha Cezayê Leşkerî re hatine şandin, ku di 1`ê Tîrmehê de dest bi darizandina wan di rûniştinên giştî de kir, bi amadebûna bersûcan û parêzerên wan û li gorî qanûnên derbasdar.

Di Tîrmeha 2025`an de, li parêzgeha Siwêdayê komkujiyên li dijî civakên Durzî û Bedewî li Siwêdayê pêk hatin, ku li gorî komîteya lêpirsînê ya hikûmetê, di encamê de herî kêm hezar û 760 kes hatin kuştin.

(k)

ANHA