Peymana Lubnan-Îsraîlê û danûstandinên Washington-Tehran rojeva rojnameyan bû

Rojnameyan pêşketinên derbarê peymana çarçoveyî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, ku ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatîye kirin, nirxandin û bal kişandin ser danûstandinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de.

Peymana Lubnan-Îsraîlê û danûstandinên Washington-Tehran rojeva rojnameyan bû
4 tîrmeh, 2026   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser peymana çarçoveyî ya ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de di bin çavdêriya DYA`ê de hatîye îmzekirin û her weha lihevkirinên paşxistî yên di navbera Îran û DYA`ê de û bandora wan li ser herêma Rojhilata Navîn.

PEYMANEK KU DESTKEFTIYÊN SIYASÎ DIDE ÎSRAÎLÊ

Rojnameya Lubnanî El Exbar nivîsî ku "peymana çarçoveyî ya Lubnan-Îsraîlê" ne gava yekem e di têkiliya di navbera Lubnan û Îsraîlê de ye, lê belê brdewama dîrokek dirêj a têkilî û peymanan e ku bi guhertinên hevsengiya hêzê ya navxweyî û herêmî de ve girêdayî ne.

Rojnameyê diyar kir ku şert û mercên piştî şerê li Xezayê û zêdebûna aloziya Îsraîlê li dijî Lubnanê, ji bilî guhertinên navxweyî piştî qelsbûna Hizbullahê, hawîrdorek afirandin ku hin hêzên Lubnanî neçar kir vebijarka danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re qebûl bikin da ku pozîsyona xwe ya siyasî ya navxweyî xurt bikin.

BERDEWAMIYA DEWLETA "NE ŞER Û NE AŞTÎ"

Rojnameya Arabia Independet behsa peymana "Çarçoveya Sêalî" di navbera Lubnan, Îsraîl û DYA`ê kir û destnîşan kir ku tişta hevbeş di navbera wê û peymana 17 ê Gulana 1983`an de ew e ku  her du peyman di encama dagirkirina axa Lubnanê ji hêla Îsraîlê ve çêbûne. Rojnameyê diyar kir ku danûstandinên rasterast wekî yekane rê ji bo garantîkirina vekişîna Îsraîlê têne pêşkêş kirin û nerazîbûnên li hember her du peymanan bi giranî dixwestin wan hilweşînin ne ku li alternatîfek çêtir peyda bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku şert û mercên herêmî û navneteweyî yên heyî ji yên derdora peymana 17ê Gulanê cuda ne, ji ber piştgiriya berfireh a Amerîkî û Erebî ji bo danûstandinan û soza serok Joseph Aoun û Serokwezîr Newaf Salam soz ku danûstandina heya ku lihevkirinek dawî were bidestxistin temam bikin. Di vê navberê de, dijberiya navxweyî tenê ji hêla (Hizbullah û Tevgera Emel) ve pêk tê.

DANÛSTANDIN HEWCEYÎ BAWERIYÊ NE

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser danûstandinên nerasterast ên di navbera DYA`ê û Îranê de, ku hîn jî ji krîzeke baweriyê ya hevbeş dikişînin. Ev yek pêkanîna lihevhatinên ku ji hêla her du aliyan ve hatiye îmzekirin hêdî dike, tevî ku navbeynkar dibêjin pêşketin li ser hin mijaran hene.

Rojnameyê diyar kir ku nakokiyên berdewam, bi taybet di derbarê rêkeftinên li Tengava Hormuzê û rewşa li başûrê Lubnanê de, digel nebûna domdar a baweriyê di navbera her du aliyan de, dibe gefek li berdewamkirina danûstandinan û serkeftina wan, tevî hewldanên navbeynkariyê yên berdewam ên ku dixwazin valahiyan tijî bikin.

(k)

ANHA