Trump: El Şeri xebatek cidî ji bo aştiya bi Îsraîlê re dike

Serokê Amerîkayê ji serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku "têkiliyên baş bi Îsraîlê re ava bike" û destnîşan kir ku ev têkilî "firseteka dîrokî ya aştiyê" ji bo herêmê ye.

Trump: El Şeri xebatek cidî ji bo aştiya bi Îsraîlê re dike
1 kanûn, 2025   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri ji bo misogerkirina têkiliyan bi Îsraîlê re û pêkanîna têkiliyeke demdirêj di navbera Sûriye û Îsraîlê de, xebatên cidî dike.

Trump li ser platforma "Truth Social" da zanîn ku Amerîka dixebite ku hikumeta veguhêz bigihîne rêya reformê û diyar kir ku pêwîstî bi avakirina dewleteke rasteqîn û geş heye.

Trump anî ziman ku ew ji encamên li Sûriyeyê pêk hatine razî ye û vê yekê hişt ku ceza bi dawî bibin.

Trump destnîşan kir ku têkiliya bi Îsraîlê re ji bo El Şeri firseteke dîrokî ye û divê ev yek ji bo aştiya li Rojhilata Navîn were biserxistin.

(mh/fr)