ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-11-2025
3 mijdar, 2025   02:00

Ji ber dorpêça ku hêzên hikûmeta veguhêz ji 25`ê Îlonê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, li firinên taxan ard kêm bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê diyar kir ku serkeftina her pêvajoyeke siyasî ya rastîn li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, ji ber ku ew xwediyê projeyek demokratîk a pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera gelan de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarekî diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk li Sûriyeyê dê bibe egera kêmkirina serdestiya hikûmeta navendî û dikare nakokiyên navxweyî kêm bike û aramiya siyasî û civakî zêde bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), dê 8’ê Mijdarê (2025) konferansa xwe ya 4’emîn, li bajarê Qamişloyê li dar bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di cotmehê de 18 êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 5 şervanên QSD’ê û 2 sivîl şehîd bûn bûn. Her wiha 10 şervan, 4 endamên hêzên ewlekariya hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarokê Til Marûf bi şaredariyê re hewcedariyên bajarokê xwe weke dabînkirina avê bi rêya enerjiya tavê, ronîkirina kolan û yarîgehê, çandina daran û belavkirina sendoqên çopê, peyda dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Navenda Şehîd Êriş a ji bo Amadekirin û Fêrkirina Zarokên Astengdar ji bo xwendekarên navendê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya derçûnê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê Mîtan Agirî (Salim Lêman Selmo) li gundê Şêro yê Girkê Legê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

 Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Ciwan û çêkerên siberojê ji paşguhkirinê ber bi beşdariya siyasî û avakirina siberojê ve" li avahiya meclisê ya Tebqayê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantoan Reqayê cenazeyên 4 şervanên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Dêwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Festîvala Osman Sebrî ya Wêjeyê li Navenda TEV-ÇANDˊê ya Qamişloyê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN