Li Humsê çekdaran welatiyek qetil kir

Li bajarê Humsê yê ku rageşiya ewlehiyê her ku diçe zêdetir dibe, bi guleya çekdarên nenas welatiyek hat qetilkirin

Li Humsê çekdaran welatiyek qetil kir
2 mijdar, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê da zanîn ku li taxa Bab Sibaa 2 çekdarên nenas gule li welatiyê bi navê Mihemed Yasir Şeref (65) ê ji taxa Înşaat a Humsê, barandin, di encamê de welatî hat kuştin.

Li gorî şahidan, çekdar li motorsiklêta elektirîkî siwar biûbûn, piştî gulebaranê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Li hemberî vê bûyerê bertekên nerazîbûnê ji aliyê şêniyên bajêr ve hatin nîşandan nexasim ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, nexasim jî li Humsê, rewşên wiha zêdetir bûne, bi taybet jî li Humsê.

(mh/fr)