Li dijî nuqteyek hikumeta veguhêz a Bokemalê êrişî bombeyî

Kesên nenas bombe avêt nuqteyeke hêzên hikumeta veguhêz a li kolana Ersad a bajarê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li dijî nuqteyek hikumeta veguhêz a Bokemalê êrişî bombeyî
2 mijdar, 2025   23:30
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li dijî nuqteyeke leşkerî ya "Firqeya 86'an" a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li bajarê Bokemalê ya rojhilatê Dêrazorê 2 teqîn çêbûn.

Li gorî agahiyan, kesên nenas bombeyeke destan avêt nuqteya hêzên hikumeta veguhêz a li nêzî dibistana El Erî ya li kolana Ersad a li Bokemalê. Lê piştî dewriyeyekê hewl dide bi ser êrişkaran de bigirin mayîna ku li ser motorsiklêtê hatibû bicihkirin, teqiya û birîndar bûn.

Bajarê Bokemalê yek ji wan deveran e ku herî zêde êrişên çekdarên nenas li dijî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tên kirin.

(fr)