ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2026
3 cotmeh, 2026   02:00

Rêvebera Akademiya Lêkolînên Perwerdeyê Zelîxe Ebdî diyar kir ku mafên zimanê kurdî divê di destûra Sûriyeyê de werin parastin û paşguhkirina berdewam a ku pêkhateya Kurd li Sûriyeyê êşa wê dikişîne rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gorî amarên destpêkê zêdetirî 185 hezar xwendekaran li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê ji bo fêrbûna zimanê kurdî xwe qeyd kiriye. Her wiha xwepêşandanên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî dewam dikin. (BI WÊNE).

Li bajarê Dêrikê şênî ji ber bihabûna mazotê û kel û pelên xwarinê zehmetiyê dibînin û nikarin debara jiyana xwe ya rojane bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û lêçûnên jiyanê gilî kirin û diyar kir ku buhayê bermîla mazotê ya germkirinê gihîştiye 2.3 milyon lîreyên Sûriyeyê. Bi nêzîkbûna zivistanê re, şêniyan daxwaz kir ku buhayê sotemeniyê were daxistin û xizmetên bingehîn bên başkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi nêzîkbûna demsala çandiniyê re bi hezaran cotkarên li herêma Cizîrê ji ber derengmayîna dayîna pereyên genim û bihabûna sotemeniyê, bi krîzeke mezin re rû bi rû ne. Cotkar nikarin dest bi ajotina erdan û amadekariyên çandiniyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Weten El Sûrî panelekê li ser hişê çêkerî li avahiya xwe ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li dijî şewitandina sembolên kurdî meşekê li qada Jina Azad li dar dixe, saet 10.00‘an. Li bajarê Hesekê jî bi heman armancê meşek ji çerxerêya Şehîd Serhed dest pê dike, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).