ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-11-2025
1 mijdar, 2025   02:00

Welatiyên ji Til Hemîs, Til Koçer û Erîşe yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan çareseriya hevgirtinê diyar kiriye lê tê dîtin ku dewleta Tirk ne aştîxwaz e û got “Di pêvajoyê de dewleta Tirk hincetan derdixe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Di Cotmehê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 202 kes hatine kuştin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê dixwaze pergaleke nû ku hêviyên hemû pêkhateyên wê pêk bîne, ava bike. Her wiha da zanîn ku ji nû ve birêxistinkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê yek ji pêdiviyên herî berbiçav ên qonaxa pêş e. BI WÊNE Û DÎMEN

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de rêjeya sûc û tundiyê zêde bûye. Çavdêr dibêjin ev encama belavbûna çekan û têkçûna ewlehiyê ye û bûye sedema tirsê di nava şêniyan de û baweriya bi saziyên dewletê û karîna wan a parastina welatiyan, kêm kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku xeyalên DAIŞ’ê û Erdogan li Kobanê têk çûn û 1’ê Mijdarê bingeha rihê neteweya demokratîk û hevgirtina gelan nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

Sala 2014`an bajarê Kobanê rastî êrişên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê hat, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi çekên sivik û îradeyeke mezin ew êriş têk birin. Ev şer bû semboleke gobal a berxwedanê û 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê yên li Hesekê dijîn diyar kir ku şert û mercên vegera wan divê Efrîn rizgarkirî be û bi ewle be û dibin sîwana şervanên YPG'ê û YPJ'ê be. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma " Li ser bingeha civakeke demokratîk û azad, em 1ˊê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê li we pîroz dikin", xelkê kantoan Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê vê boneyê pîroz dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Civaka Sivîl a kantona Tebqayê konferansa damezrîner a Yekitiya Esnafan bi diruşma "Birêxistinkirina pîşesaz û esnafan misogeriya pêşxistina civakeke demokratîk" li hola Meclisa Gelan a bajêr li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Şedadê bi tevlêbûna hevserokên partiyê, civîneke girse ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî organîze dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi sernavê "Serêkaniyê di nava rabirdûya dûr û dema niha ya nêzîk de" li Parka Xwendinê ya Hesekê semînerekê dide, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN