Leyla Qereman: Pêkanînên li dijî xelkê Efrînê binpêkirinên aşkera ne

Hevseroka MSDˊê Leyla Qereman diyar kir ku desteserkirina mal-milkên xelkê Efrînê û mehrûmkirina şêniyan ji mafên wan ên herî hêsan binpêkirina aşkera ya yasayên navneteweyî ne, ku mafên mirovan di ewlehî, milkiyet û rûmetê de garantî dikin.

Leyla Qereman: Pêkanînên li dijî xelkê Efrînê binpêkirinên aşkera ne
31 cotmeh, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman ji medyaya dîjîtal re daxuyand ku, "Siyasetên li dijî xelkê Efrînê bi rêya hewlên guhertina nasnameya herêm, ferzkirina rewşa demografiya nû, temsîla berdewama metodeke xeternak dikin. Ew yek bi hewla dûrxistina şêniyan ji xakê û çewistandina taybetmendiyên wan ên çandî û civakî ye."

Leyla diyar kir ku binpêkirinên îro li Efrînê dibin, li gorî madeya 17ˊan a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan binpêkirin e. Di wê madeyê de tê gotin ku "Mafê her kesî heye ku bi tena serê xwe yan jî bi hevkariya kesên din xwedî milk be, û nabe milkê tu kesî ji dest were standin." Leyla destnîşan kir ku ev pêkanîn dijî pransîbên yasaya mirovî ya navneteweyî ne ku veguhastina bi zorê ya şêniyan an jî desteserkirina mal û milkên wan di dema şeran de, qedexe ye.

Hevseroka MSDˊê Leyla Qeremen diyar kir ku vegera xelkê Efrînê li warên xwe mafekî mirovî ye, û erkekî niştîmanî li ser milê hemû aliyên eleqedar e ku ji bo misogerî û dabînkirina wê bi awayekî ewlehî û rûmet dûrî tu gefan an jî cudabûnê, bixebitin.

Leyla da zanîn ku tiştê li ser erkê rû dide "Binpêkirina aşkera ya bendên peymana 10ˊê Adarê ye û têkbirina lihevkirinên neteweyî ye ku divê mafên hemû Sûriyeyiyan bê îstîsna were parastin" û anî ziman ku avakirina Sûriyeya nû bêyî naskirina mafên dualî û aştiya li ser bingeha edaletî, hemwelatî û wekheviyê, pêk nayê.

Leyla Qeremen di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Wek çawa Kobanê li dijî terorê geş bû, wê Efrîn û tevahî bajarên Sûriyeyê jî bi azadî û rûmeta ku nayê tunekirin geş bibe. Dê dengê Efrînê weke rihê zeytûnê di erdê xwe de bilind bibe û bîne bîra cîhanê ku her çendî daxwaz heye maf namire."

(fr)