Li rojavayê Humsê welatiyek hat kuştin

Li rojavayê Humsê nêzî sînorê Lubnanê, çekdarên nenas gule li welatiyekî barandin, di encamê de hat kuştin.

Li rojavayê Humsê welatiyek hat kuştin
1 mijdar, 2025   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Mişêrfe ya rojavayê Humsê ya sînorê Lubnanê çekdarên nenas gule li welatiyê bi navê Husam El Esmer (35) barandin.

Nûçegihana me da zanîn ku  ev bûyer li nêzî sînorê Lubnanê-Sûriyeyê de, dema ku qurbanî çêlek ji bo bazirganekî bi kamyonekê vediguhastin, komeke çekdar rêya wî girtin û gule lê reşandin, di encamê de bi giranî birîndar bû.

Nûçegihan aşkera kir ku, piştre wî radikin nexweşxaneyekê, lê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest dide.

Kesê mirî zewicî bû û zarokek wî heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema dawîn de li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tevlihevî û rewşa bêaramiyê zêde bûye. Li hemberî vê jî banga şêniyan a darizandina sûcdaran, bidawîkirina binpêkirinan, bilindtir dibe.

(mh/fr)