ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2025
1 îlon, 2025   02:00

Jinên ji Tebqayê diyar kir ku tekane çareseriya guncaw a bidawîbûna şopên dehan salan ên desthilata navendî û destpotiyê rêya ber bi demokratîkbûna Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN.

Hemwelatiyên ji bajarên Dirbêsiyê û Holê daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Jina ciwan Sîdra Xelîl bi reng û xêzên xwe yên ku bi xweyalên xwe yên mezin di cîhana wênesaziyê de didomîne. Bi wê yekê hewas û îsrara xwe ya ku hunerê bike rûbereke xwederbirînê û hêviyên xwe yên paşerojê nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN.

Dewleta Îslamî ya Îranê, di rêya buyina hêzeke herêmî de hemû dem, enerjî û derfetên xwe bi kar anîn û di vê mijarê de gihîştiye dawiya rê. Ji vir û şun de rêya ku tê de bimeşe nemaye. Şerên wekaletê yên didan meşandin û stratejiya wê ya polîtîkaya derve hilweşiya. Êdî ezameta xwe ya berê winda kiriye.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê navendek tenduristiyê li bajarê Qenayayê vedike. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi dirûşma "Ciwan pêşengên guhertin û yekitiyê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a pirrengî nenavendî" kongreya xwe ya sêyemîn li hola Erd El Seîda ya kantona Reqayê li dar dixe. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meş tên lidarxistin. Li bajarê Hesekê (10.00), li bajarokê Erîşe yê Şedadê (11.00), li bajarê Çilaxa (10.00), li bajarê Qamişlo (17.30). BI WÊNE Û DÎMEN. BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Mîhrîcana 5’an li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe (16.00). BI WÊNE Û DÎMEN. BI WÊNE Û DÎMEN.

10’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk ve tê birêxistinkirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Girkê Legê dest pê dike (16.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA