Zarokên Reqa û Tebqayê xwe ji mîhrîcanê re amade dikin

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana  6’an a Hunera Zarokan dike. Mîhrîcan wê 2’ê Îlonê bi beşdariya 252 zarokên ji Reqa û Tebqayê bi dest pê bike.

Zarokên Reqa û Tebqayê xwe ji mîhrîcanê re amade dikin
31 tebax, 2025   21:20
REQA

Desteya Çand  û Hunerê ya Kantona Reqayê amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Hunera Zarokan dike. Mîhrîcan wê 2’ê Îlonê bi dirûşma "Zarokên me firindeyên aştiyê ne" bi beşdariya 252 zarokên ji Reqa û Tebqayê dest pê bike.

Mîhrîcan balê dikişîne ser hunerên zarokan ên stran, govendên gelêrî, şano û wênexêz û hunerên wan ên destan.

Der barê mîhrîcanê de Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku mîhrîcan dê du rojan dewam bike û ev agahî dan: "252 zarok, du baxçeyên zarokan, Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê,  Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Navenda Kewkeb a Zarokan û hin komên din ên çandî dê beşdarî mîhrîcanê bibin."

Mistefa destnîşan kir ku mîhrîcan wê li Hola Tac û Hola Navenda Çandê were lidarxistin û got, dê şano, stran û govendên gelêrî werin lidarxistin,  her wiha pêşangehek wênesazî û hunera destan a zarokan were vekirin.

Hesen Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku piştî ewqas salên şer û wêranî û tirsê ev mîhrîcanê zarokan şand bike. Di dawiyê mîhrîcanê de dê diyarî li  zarokan werin belavkirin û plaket pêşkêşî saziyên beşdar werin kirin."

(bb)

ANHA