Îsraîl: Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê hat kuştin

Rayedarên Îsraîlê piştrast kirin ku berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê Tugayên Îzeddîn El Qesam, Ebû Ubeyde di êrişeke hewayî de li Xezayê hat kuştin.

Îsraîl: Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê hat kuştin
31 tebax, 2025   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz di hesabê xwe yê medyaya dijîtal ya X’ê da wiha got: “Berdevkê terorîst yê Hemasê Ebû Ubeyde li Xezayê hat kuştin û bi hêmanên din ên eksena xirabiyê ya Îran, Lubnan û Yemenê re bi hev re ber bi dojehê va hat şandin.” 

Artêşa Îsraîlê demeke dirêj e li Xezayê berprisên pilebilind ên Hemasê dike armanc lê rayedarên Hemasê heta niha der barê vê angaştê de tu daxuyanî nedane.

Her wiha Sky News a Erebî li gorî çavkaniyeke Filistînî ragihand ku xaniyê ku Îsraîlê şeva berê bombebaran kiribû çend roj berê ji aliyê malbata Ebû Ubeyde berdevkê leşkerî yê Hemasê  ve hatibû kirêkirin. Li gorî çavkaniyê di wê demê da hevjîna Ebû Ubeyde û zarokên wî jî di xanî de bûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî kuştina Ebû Ubeyda piştrast kir û ev agahî li ser X’ê parve kir  "operasyon ji aliyê odeya operasyonan a Shin Bet ve hat birêvebirin. Operasyon bi saya agahiyên îstîxbaratê yên berê yên ji hêla Shin Bet û Servîsa Îstîxbaratê ve hatine berhevkirin pêk hat ku cihê veşartina wî nîşan dan."

Adraee destnîşan kir ku Huzeyfa El Kehlût (Ebû Ubeyda) di deh salên borî de serokatiya sîstema propagandayê ya baskê leşkerî yê Hemasê kir, her wiha koordîne di navbera dezgehên medyayê yên siyasî û leşkerî yên Hemasê de dikir, di heman demê de berpirsê medyaya leşkerî yê tugayê bû.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî avahiyekê li taxa El Rêmal a bajarê Xezayê pêk anîbû. Medyaya Îsraîlê ragihand ku armanca êrişê berdevkê "Tugeyên El Qesam" Ebû Ubeyda bû. Berpirsekî Îsraîlê ji medeyaya xwecihî re gotibû, ger Ebû Ubeyda li cihê êrişê be, dibe ku ew jî hatibe kuştin.