ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2024
1 adar, 2024   02:00

Ajansa me ANHA (Ajansa Nûçeyan a Hawar) li gel şoreş, berxwedan, dagirkerî, mêtingerî, komkujî û berbelavbûna felsefeya şaristaniya demokratik de, 11 sal li pey xwe hiştin.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên cûda de balê dikişînê ser têkoşîna ji bo azadiya jinê meşandiye û dibejê: “Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkildar bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûneke ji eniya min, ji mejiya min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vî bingehî ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav.” (BI WÊNE)

Komîteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê kargeha çêkirina ˊhesîra naylonˊ anku mat, piştî salek sekinandin, aktîf kir. Berhemdana wê ya rojane ji 300 heta 350 metre ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya hatina 8ˊê Adarê 5 komên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn, Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê amadekariyê dikin ku çalakiyên hunerî yên curbecur îsal pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê çalakiyên Mîhrîcana 9ˊan a Huner û Wêjeya Jinan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê dikin, saset 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA