Fermandarekî nû ya ˊCeyş Sûriya El Huraˊ hat erkdarkirin

ˊCeyşa Sûriya El Huraˊ ragihand ku li şûna fermandarê berê Mihemed El Qasim, Salim Tirkî El Enterî hat erkdarkirin.

Fermandarekî nû ya ˊCeyş Sûriya El Huraˊ hat erkdarkirin
29 sibat, 2024   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ˊCeyş Sûriya El Huraˊ ku li Xˊê belav kiriye, armanc ji vê erkdarkirinê herêmê were ewlekirin û DAIŞˊê were têkbirin.

Çavdêran jî ev biryar bi helwdana siûqastkirina li dijî El Qasim ve girê da û anî ziman ku dibe ku sedema wê biryarê nakokî di navbera aliyan ji niştecihên kampa El Rukban de hebin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku yek ji xizmên El Qasim hewl dide bi rêya guleavêtinê wî siûqast bike. Ew jî piştî nakokî derketin. Tawanbar di qaçaxçîtiya xurdemniyê de li kampê ber bi herêmên di bin serweriya hêzên Şamê de dixebite, her wiha bi El Qasim hevkariya veguhastin û firotina çekan li derveyî kampê dike.

(fr)