Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê

Di çarçoveya rêxistinkirina sazûmaniya rêveberiyê ya Dêrazorê û rêxistinkirina wê li gorî bingeha kantonê de, her wiha ji bo pêkanîna  encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê, Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê rawestandina hin hevserokên gelek komîteyan ji karê xwe qebûl kir û hevserokên 5 komîte û nivîsgehan erkdar kirin.

Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
Biryarên Meclisa Rêveber a Dêrazorê yên rêxistinkirina kantonê
29 sibat, 2024   23:11
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê di 22'yê Cotmeha 2023'yan de Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê li Dêrazorê li dar xist. Tê de nûnerên hemû pêkhateyên Dêrazorê, rûspiyên Dêrazorê û berpirsên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Li gorî encamnameya wê kongreyê û di çarçoveya rêxistinkirina sazûmaniya rêveberiyê ya Dêrazorê û rêxistinkirina herêmê li gorî bingeha kantonê de, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hin biryar dan. Ji wan biryaran rawestandina karê hevserokên 3 komîteyan hat erêkirin û hevserokên 5 komîteyan hatin erkdarkirin.

Meclisê di biryara (14) de lêborîna ji derketina kar a hevserokê Komîteya Tenduristiyê Saêr El Kirêd, hevserokê Nivîsgeha Rêxistinên Mirovî Seid El Hefel û hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî Mihemed El Umêrî erê kir.

Her wiha meclisê 5 biryar dan. Ji wan erkdarkirina Mihemed Reşîd wek hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan, Fewaz Elî hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan, Mahir Ebdulezîz El Mihêsin hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî, Mahir El Mihemed hevserokê gerînendetiya Sotemeniyê, Bekir Ebdullah El Seyid hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê.

(mh)