Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Ceger Hesekê bi beşdariyeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat definkirin.

Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ceger Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
29 hezîran, 2025   22:42
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ceger Hesekê li gundê Berkevirê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî, defin kir. Ceger Hesekê dema li ser erka xwe bû, di 28’ê Hezîranê de li Hesekê şehîd bû.

Di merasîmê de endamên saziyên sivîl, meclisên xwecihî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevgerên jinan û ciwanan amade bûn.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê endamê meclisê Xalid Yûsif axivî û got ew ê rêça şehîdan a pêkanîna serkeftinê bişopînin.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo li ser têkoşîna şehîd ji dema tevlêbûna li nava QSD’ê di destpêka aloziya Sûriyeyê de, tevlêbûna li tevahî hemleyên dijî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de axivî. Selmo got: "Şehîd Ceger ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve xwe spart fikra azadiyê û heta nefesa dawiyê di oxira doza gelê xwe de tê koşiya."

Selmo soza şopandina rêça şehîdan, şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(ac/fr)

ANHA