ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-06-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-06-2025
28 hezîran, 2025   02:00

Ji damezirînerên EFFP’ê Neşe Ozgen diyar kir ku li Ewropayê kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” bi 7 zimanan tê meşandin û beşdarbûneke mezin heye û got "Rêber Abdullah Ocalan alîgirê aştiyê ye, em dixwazin gotinên wî yên li ser aştiyê ji devê wî bibihîzin. " WÊNE.

Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd diyar kir ku dê di salvegera 5’emîn de YRJ’ê mezintir û xurtir bikin. WÊNE Û DÎMEN.

Desteya Çandinî û Avdanê li kantona Reqayê  ji bo piştgirya çandiniya demsala havînê, amadekariyên belavkirina mazotê li çokaran dike. WÊNE Û DÎMEN.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji paqijiya sûka bajêr û hêsankirina tevger çûn û hatinê, kampanyayek berfireh da destpêkirin. Di kampanyayê de firoşkarên ku çûn û hatinê asteng dikirin bo cihên diyar hatin veguhezitn û xwediyên dikarnan ên ku peyarêyan digirin hatin hişyarkirin. WÊNE Û DÎMEN.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Paqijiya me berpirsyariya me hemûyan e" xebateke paqijiyê ji çerxerêya Sonî dest pê dike. ( 08.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 29’an a şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) pêşangeheke wêneyan vedike (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Yekitiya Ragihandina Jin bi boneya salvegera 5’an a damezirandina xwe daxuyaniyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dide. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Bi dirûşma "Bi banga aştiyê û têkoşîna ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin" Meclisa Ciwanan a PYD’ê çalakiyekê li Stada Berxwedan a li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar dixe. (18.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê civînek girseyî li hola Star Layt a li herêma Şiqêf a Helebê li dar dixe. (12.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên Hesekê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji çerxeêrya Merşo heya qada Azadî dimeşin. (19.00). BI WÊNE Û DÎMEN.