Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin

Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd diyar kir ku dê di salvegera 5’emîn de YRJ’ê mezintir û xurtir bikin.

Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin
Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin
Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin
Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin
Arîn Siwêd: Di salvegera 5’emîn de em ê YRJ’ê mezintir û xurtir bikin
28 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevanên jin di bin sîwana Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) de xwe bi rêxistin dikin. YRJ’ê ku yekem rêxistina jinên rojnamevan e di 28`ê Hezîrana 2020'an de hat damezrandin, li ser hîmê paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinê kar û xebatan dide meşandin.

Zêdetirî 500 rojnamevanên jinên ku xwe di bin sîwana YRJ’ê de bi rêxistin kirine, di têkoşîna ragihandin heqîqetê de li herêmê rolekî aktîf dilîze. Bi vê yekê YRJ’ê hem di warê weşanê hem jî perspektifdayîn û parastina mafên rojnamevanên jin de çavkaniyek bingehîn li herêmê ye.

Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd bi munasebeta slavegera 5'emîn a damezrandina YRJ’ê ji ajansa me re axivî.

DI NAV SALÊ DE XEBATÊN GIRÎNG HATIN MEŞANDIN

Arîn Siwêd diyar kir ku YRJ’ê di hemû mercên zehmet de bi erkên xwe rabûyê, di warê nîqaşkirin û girtina nêrînên der barê jinan, têgîn û lidarxistina komxebatan de saleke serkeftî derbas kiriye.

Arîn Siwêd der barê xebatên YRJ’ê de got: " Hem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî di asta Sûriyeyê bi giştî  de hevdîtinên me bi gelek rojnamevanên jin re çêbûne. Serlêdanên rojnamevanên jin ji bo  endamtiya YRJ’ê zêde bûn. Ji bo danasîna YRJ’ê û nerazîbûnên li hemberî binpêkirinên ku li dijî rojnamevanên jin li herêmê rû didan, hevdîtinên me bi saziyên navneteweyî re, her wiha bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re çêbûn. Bîlanço û raporên sûcan radestî wan saziyan hatin kirin. Dîsa bi armanca xurtkirina têkiliyan, girtina ezmûnan ji hev din û naskirina zehmetiyên ku rojnamevan di nava civak û saziyên xwe de dikşîne, hevdîtinên me bi rojnamevanan re çêbûn.”

‘EM DI HER WARÎ DE ŞOPANDINA DOZA JINAN DIKIN’

Arîn Siwêd bal kişand ser zehmetî û astengiyên li pêşiya xebatên wan derkdikevin û ev tişt diyar kirin " Rojnamevanên jin di xwegihandina agahiyên der barên rewşa jinan û dozên kuştinê de gelek astengiyan dibîni; Dema em dibêjin kujerên jinan, em behsa kuştinên fîzîkî û derûnî dikin. Çanda dijberiya jinan jî em bi her awayî dikin mijara nîqaşê. "

Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd salvegera 5’emîn a damezirandina YRJ’ê pîroz kir û destnîşan kir ku dê xebatên YRJ’ê pêş bixin û bihêztir bikin, her wiha konferansa xwe li dar bixin.  Arîn îşaret bi vê yekê kir ku ji her demê zêdetir pêdivî bi avakirina dezgeh û saziyeke jinan heye.

(bb)

ANHA