Malbatên jinên Elewî yên hatine revandin: Em ditirsin senaryoya li dijî êzidiyan dûbare bibe

Malbatên jin û keçên Elewî yên li Sûriyeyê hatine revandin, bi fikar in ku senaroyaya jinên êzidî dûbare bibe.

Malbatên jinên Elewî yên hatine revandin: Em ditirsin senaryoya li dijî êzidiyan dûbare bibe
27 hezîran, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên jin û keçên Elewî yên hatine revandin bi fikarin ku senaroyaya li dijî jinên êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, dûbare bibe.

Malbatan ji ajansa Reutersê re diyar kirin ku aqûbeta keçên wan nayê zanîn, li hemberî vê yekê jî bêdengî heye û aliyên têkildarî bi erkên xwe ranebin.

Ebîr Silêman a 29 salî di 21’ê Gulanê de li bajarê Safêta yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê hat revandin. Piştî çend saetan malbata Ebîrê qeydeke deng a bi rêya Wathsapê ji koda Iraqê wergirt. Kesê ku qeyda deng şand got: "Li benda wê nemînin…venagere." Piştre gef li malbata wê xwar ku eger fidiya 15 hezar dolarî nede dê keça wê bê kuştin an firotin. Malbatê pere deyn kir û veguhest hesabên li Tirkiyeyê, lê piştî wergirtina pereyan agahî bi temamî ji Ebîrê qut bû.

Li gorî agahiyên ku malbatan dan heman ajansê, Ebîr yek ji 33 jin û keçên Elewî ye ku îsal hatine revandin. Hate diyarkirin ku ji wan, 6 jin bi armanca standina fidiyê  û yên din di rewşên nezelal de hatin revandin. Malbatan diyar kirin ku tevî Ebîrê 3 jinên hatine rehatin li derveyî Sûriyeyê ne.

Malbatan aşkera kirin ku revandin li rojê de tê kirin û got, hin berpirsên xwecih ev diyarde wekî reva keçan an jî nakokiyên tekeksî bi nav kirin.

(bb)