ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 25-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 25-09-2025
25 îlon, 2025   02:00

Koçberên li kampa Waşûkanî diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ya ku ji rûspî û şêxên eşîrên Ereban re şandiye banga ji bo wekhevî, aştî û hezkirinê ye.BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên Kantona Cizîrê destnîşan kirin ku hewldanên çareseriyên yên li Suriyeyê planên dewleta Tirk têk dibin, lewma ew dixwaze danûstendinên navbera Rêveberiya Xweser û Şamê asteng bike, aloziyan derxîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin, diyar kir ku daxwaza wan a sereke ew e Rêber Abdullah Ocalan azad be. Jinan destnîşan kir ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew îro azad û xwedî îrade ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner Meys El Kirêdî destnîşan kir ku nexşerêya di bin navê çareseriya pirsgirêka Siweydayê de hatiye amadekirin, tenê propagandayek e û got: “Hikûmeta veguhêz tişta ji wê tê xwestin dike. Gelek komkujî pêk anîne. Gelê Siweydayê baweriya xwe bi wê nayîne û lihevkirinên li ser xwîna gelê Suriyeyê qebûl nake.”

Nexweşxaneya Gel a taxa El Ezîziyê ya li bajarê Hesekê piştî anîna alavên nûjen û dagirtina cihê vala ji bo xizmeta nexweş, navenda şûştina gurçikan vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, konferansekê ji bo komînan li qehwexaneya Zêrîn bi rêxistin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Desteya Çandê ya kantona Reqayê bi hevkariya rêxistina “hevaltiya me” pêşangeha mîrasa çandî ya Reqayê li Mala Şandeya Almanyayê ya li girê El Beya yê kevnar li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN