Îsraîlê boriyeke ava vexwarinê ya gundewarê Quneytrayê teqand

Artêşa Îsraîlê bi tireksan boriyeke ava vexwarinê ya ku av dida bajarokê Quneytrayê teqand.

Îsraîlê boriyeke ava vexwarinê ya gundewarê Quneytrayê teqand
24 îlon, 2025   21:50
NAVEDNA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê tevî tireksan, tankekekê, çend wesayîtên leşkerî û leşkeran, derbasî gundê Resm El Helebî yê li gundewarê Quneytrayê yê başûrê Sûriyê bûn.

Di dema ketinê de, tireksên leşkerî yên Îsraîlê boriya ava vexwarinê ya ku avê ji gundê Zubayda Rojhilat dabîn dikir, teqand û di encamê de av bi temamî li ser şêniyan qut bû.

Beriya ev hêza leşkerî ya Îsraîlê bikeve axa herêmê, balafirên keşfê yên bê mirov li asîmanê herêmê geriyan.

Beriya niha jî, hêzên Îsraîlî bi awayekî berbiçav destwerdanên xwe yên bejayî di nava axa Sûriyeyê de zêde kirin, bi tireksan her tiştî dide pêşiya xwe, welatiyan digire û bi ser malan de digire. Li hember vê tevgerê, Hikumeta Veguhêz bêdeng e.

(ac/şx)

ANHA