ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 17-11-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 17-11-2024
17 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên kantona Cizîrê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku "azadiya wî ya fîzîkî daxwaza gel e."

Remadan Welo 4 caran koçber bûye û bû qurbaniyê "guhertina demografiyê.  Ji bo trajediya Kurdan a li hemberî siyasetên înkarkirinê yên dewletên neteweperest, mînakeke zindî ye.

Li çar aliyên pevçûn û şer egerên herî mezin ên zêdebûna tundiya li dijî jinan in. Her ku şerek diqewime, Jin berdêla herî mezin didin û bi şêweyên cuda ên tundiyê re re rû bi rû dimînin, mîna cudakarî, çewisandin, ziyana fîzîkî û derûnî.

Lêkolîner Munîr Edîb destnîşan kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê rê li pêşiya avakirina hêza nû ya DAIŞ`ê girt û got "Tevgerên şaneyên li kampê bi tevgerên serçeteyên DAIŞ`ê yên li ser asta herêmî û cîhanê re, koordînekirî ye. Ev tê wateyê ku ji wan kampan, endamên nû yên DAIŞˈê derdikevin."

Siyasetmedar Elî El Emîn got dewleta Tirk hewl dide bi rêya rêkeftina li gel hikumeta Şamê, dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike û armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Her wiha diyar kir ku ev yek yekitiya herêmên Sûriyeyê dixe xetereyê û dibe sedema parçebûnê.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de di mijarên xwe de behsa gera 22ˋyan a Astana, pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê li Xezayê û siyaseta nû ya Amerîkayê, kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn û Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, li kantona Firatê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan mêr meşekê ji Qada Jina Azad a Kobanê li dar dixin. (11:00). Li kantona Efrîn û Şehba jî Komîteya Perwerdê ya Kongra Star li kampa Berxwedan semînerekê dide. (11:00). Li kantona Tebqa Yekitiya Rewşenbîran û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li hola navenda çandê paneleke diyalogê li dar dixin. (13:00). Her wiha li heman kantonê bi armanca bidawîkirina tundiya li dijî jinan mêr meşekê ji pêş Parka Şehîd Hevrîn ve li dar dixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koordînasyona Mala Jinan a Hesekê li ser 25ˋê Mijdarê li hola civînan a Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajêr semînerekê dide. (10:00). Her wiha PYDˋê li hola civînan a nivîsgeha xwe ya li bajarê Holê civînekê li dar dixe. Li kêlek wê jî bi heman boneyê li bajarê Şedadê dewreya perwerdê ya Kongra Star li dar xistiye dewam dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Şerq a kantona Tebqayê li kêlek Nexweşxaneya Bekor, Peymangeha Endazyariyê vedike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Efrîn û Şehba cenazeyê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şehîd Ronahî Amanos li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos vedişêre. (14:30) BI WÊNE Û DÎMEN