Jin di şer û pevçûnan de; awayên cur bi cur ên tundiyê

Li çar aliyên pevçûn û şer egerên herî mezin ên zêdebûna tundiya li dijî jinan in. Her ku şerek diqewime, Jin berdêla herî mezin didin û bi şêweyên cuda ên tundiyê re re rû bi rû dimînin, mîna cudakarî, çewisandin, ziyana fîzîkî û derûnî.

Jin di şer û pevçûnan de; awayên cur bi cur ên tundiyê
17 mijdar, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÛDÎ ÎSMAÎL

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re raporên medyayê piştrast dikin ku jin li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnên berdewam berdêla herî mezin didin, ji tundiyê bigire heta destdirêjiya cinsî, koçberkirin, windakirin û ziyanên fîzîkî û derûnî.

Li gorî raporeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya dawîn, ji 3 jinan yek rastî tundiyê tê.

JINÊN SÛRIYEYÊ Û SALÊN DIRÊJ ÊN ŞER

Ji destpêka krîzê anku 15’ê Adara 2011’an ve, jinên Sûriyeyê rastî bandorên şerê berdewam tên, mîna koçberî, kuştin, wêrankirin û tawanên di bin navê "namûsê" de, dûrxistin, paşguhkirin û dûrxistina ji navendên biryardanê.

Der barê rêjeya tundiya li dijî jinan a li Sûriyeyê de tu amarên piştrast tune ne, ji ber ku hêzên cihêreng xaka Sûriyeyê kontrol dikin, lê Tora Mafên Mirov a Sûriyeyê di raportekê de ku di Adara 2024’an de hat weşandin, piştrast kir ku ji Adara 2011’an heta Adar 2024’an, nêzîkî 16 hezar û 442 jin hatine kuştin.

Li gorî raporê, heta niha herî kêm 10 hezar û 205 jin ji hêla aliyên şer ve hatine destgîrkirin an jî hatine windakirin. Her wiha raporê da zanîn ku "hikumeta Şamê ji sedî 83’yê dozên girtin û windakirina bi zorê berpirsyar e."

LI FILISTÎN Û LUBNANÊ AMARÊN TIRSNAK

Şerê li ser Xezayê ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan ve dewam dike, bandoreke mezin li jinên filistînî kiriye ku beşeke herî mezin a hejmara kuştiyên di encama şer de jin û zarok in, rêjeya wan digihêje ji sedî 70’yî.  Ên ku ji bombebaranê rizgar bûne jî di şert û mercên giran ên mirovî yên mîna koçberî û birçîbûnê de dijîn. Gelek ji wan jî ji ber nebûna tenduristiyê tûşî nexweşiyên derûnî û fizîkî dibin.

Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta 29’ê Nîsana 2024’an, her roj 63 jin tên kuştin û tê gumankirin ku ji destpêka şerê li ser Xezayê ve 17 hezar zarokên filistînî sêwî mane.

Jinên lubnanî ji vî şerî ku di 23’yê Îlonê de li Lubnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dest pê kir, bê par nebûn. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî aşkera kir ku ji 27’ê Îlonê ve ji ber zêdebûna şer û pevçûnan li Lubnanê bandor li 520 hezar jin û jinên ciwan bûye. Ji wan 11 hezar jinên ducanî ne ku hewcedariya wan a lezgîn bi lênerîna tenduristî û xizmetên din ên bingehîn heye. Her wiha ji milyonekê zêdetir kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

JINÊN IRAQÎ LI HEMBER ZAGONÊN DESTHILATA BAVIKSALAR

Desthilata baviksalar a li ser jinên iraqî, şêweyeke din a tundiya li dijî wan pêk tîne, li kêleka wê jî di parlamentoya Iraqê de ji bo sererastkirina zagona Rewşa Kesane deng bilind dibin ku ev zagon destûrê dide zewicandina zarokan û jinên têne berdan jî ji mafê wan ê xwedîkirina zarokan û mûçeyê bê par dike. Her wiha di zagonê de metnên olî li şûna zagonê bûne lêvegera darazê.

Wezareta Plandanînê ya Iraqê di sala 2021’an de diyar ki ku di deh salên dawîn de rêjeya zewicandina zarokan zêde bûye. “Ji sedî 25,5’ê jinan beriya ku bibin 18 salî û ji sedî 10,5 beriya ku bibin 15 salî, hatine zewicandin.” Di sala 2011’an de ev her du rêje jî ji sedî 21,7 û ji sedî 4,9 bû.

JINÊN YEMENÎ DI NAVBERA TUNDIYÊ Û PEYDAKIRINA DEBARA MALBATÊN XWE DE

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Yemen di krîzeke herî giran a mirovî re derbas dibe. Bi milyonan yemenî hewcedariya wan bi alîkariyê heye û li gorî daxuyaniya nûnerê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Nestor Owomuhangi, ji tevahî koçberên Yemenê sedî 76 jin û zarok in, ev yek jî dihêle ku jin ji bo peydakirina debara malbatên xwe bi zehmetiyên jiyan û koçberiyê re rû bi rû bimînin.

Fona Nifûsê her wiha ragihand ku li Sanaa, Aden û Hecayê nêzî 800 hezar kesên koçber bûne, jin û jinên ciwan ên temenê wan di navbera 15 û 49 salî de ne. Li gorî raporê, ev jin di bin metirsiya tundiya zayendî de ne.

AMARÊN TIRSNAK ÊN TUNDIYA LI DIJÎ JINÊN SÛDANÎ

Di şerê li Sûdanê de ku ji Nîsana 2023’yan ve dewam dike, bi sedan jin û jinên ciwan ên Sûdanê bi destdirêjiyên zayendî yên wekî tecawiz û koletiyê re rû bi rû dimînin, ev yek bandoreke mezin li rewşa wan a derûnî dike, her wiha dibe sedema pirsgirêkên civakî û tenduristiyê yên mîna ducanîbûna bi zorê û kurtaj û zewacên bi darê zorê.

Li gorî kampanyaya “Bi hev re li dijî tecawizê” ku di dawiya sala borî de ji aliyê komeke parêzvanên mafên mirovan ve hat destpêkirin, ji destpêka şer heta 30’ê Tîrmeha 2024’an hejmara qurbaniyên destdirêjiya zayendî li Sûdanê gihaşt 505 kesan.

Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, îsal li Sûdanê hejmara jin û jinên ciwan ên ku dibe rastî tundiya zayendî bên, gihaştiye 6,9 ​​milyonî.

JIN LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û TUNDIYA PERGALA BAVIKSALAR

Serhildana jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hember çewisandinên bi dehan salan ku ji aliyê sîstema baviksalarî ve li ser jinan hatine sepandin, bersivek bû. Ji ber ku desthilatdarên Îranê azadiya jinan a hilbijartina cil û bergên xwe diçewisîne û her kesa ku li dijî pergala baviksalar li ber xwe dide, diçewisîne.

Piştî serhildanê tundiya li dijî jinan bi awayekî berbiçav zêde bû ku desthilatdarên îranî bi awayên cur bi cur desthilata xwe li ser jinan ferz dike, wekî girtin û sepandina cezayê îdamê li dijî gelek çalakvanên jin, mîna parêzvana mafên mirovan Şerîfe Mihemedî û çalakvana civaka sivîl û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî.

EFGANISTAN... DENG Û RÛYÊ JINAN ŞERM E!

Tundiya li dijî jinên efganî bi şêwazên cuda berdewam dike, mîna ferzkirina lixwekirina niqabê û rêgirtina pêşiya xwendin û karê jinan û niha jî herî dawiyê gihaştiye wê astê ku qedexe ye jinên efganî dengê hev bibihîzin.

Çavdêran got ev biryar binpêkirina aşkera ya mafên jinan e û cureyeke herî giran a tundiya li hember wan e û ev kiryar rê li ber jiholêrakirin û jinavbirina nasname û kesayeta wan a mirovî vedike. Di heman demê de Human Rights Watch diyar kir ku tevgera Talîban ji 15’ê Tebaxa 2021’an ve li Efganistanê krîza herî metirsîdar a mafên jinan li cîhanê çêkiriye.

Tundiya li dijî jinan bi şêwaz û rêbazên cuda pêk tê ku gelek pergal û civak vê tundiyê bi têgînên xweşik vedişêrin. Em ê sibe di beşa duyemîn a dosyayê de vê mijarê rave bikin.

(k)

ANHA