ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-4-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-4-2024
16 nîsan 2024   02:00

Serokê edîtoriya malpera Rojnamegeriya Sînornenas Coyî Hedad diyar kir ku desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê li hember revandina rojnameger Silêman Ehmed berpirs e. (BI WÊNE)

Hemwextî paşveçûna rewşa koçberan, rêxistinên NY'ê erkên xwe paguh dikin û alîkarî ji hezaran malbatan re yên li 111 kampên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, pêşkêş nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên sebzeyên havînê yên kantona Reqayê ji bo rakirina şitilan ji şitilgehên plastîkî û çandina wan di axê de bi awayekî domdar, amadekariyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Reid El Fadil ê ji Reqayê bi nivîsandina helbestan hewl dide şaristanî û mîrasa civakî ya herêmê bi peyvên resen vebêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînera têkiliyên navneteweyî Dr. Îman Zehran diyar kir ku Îran asta desteka ku DYA’yê dide Îsraîlê dizane, lewra naxwaze şer bi Îsraîlê re giran bike. Îman Zehran got Îran û Îsraîl li herêmê xwedî projeyên berfireh in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê sersaxî didin malbata şehîd Gerzan Tolhildan û şehîd Mizgîn Dilbirîn li gundê Girde yê navçeya Qenayê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser vexwendina Kongreya Îslama Demokratîk a Reqayê û Daîreya Parastina Mal û Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermendan, weqfa mal û milkên xiristiyanan ên li Reqayê tê radestkirin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê li navenda xwe ya li Minbicê şehîd Ezîz Ereb bi bîr tîne saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava şahiyekê bi boneya sersala Êzidî (Çarşema Sor) li hola Roj a navçeya Tirbespiyê li dar dixe saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)