Cotkarên Reqayê ji bo çandina sezbeyên havînê amadekariyan dikin

Cotkarên sebzeyên havînê yên kantona Reqayê ji bo rakirina şitilan ji şitilgehên plastîkî û çandina wan di axê de bi awayekî domdar, amadekariyan dikin.

16 nîsan, 2024   07:20
REQA
ENES MIHEMED

Çandina sebzeyan di 2 salên dawîn de bi rêjeyeke mezin li gundewarê kantona Reqayê bi pêş ketiye. Cotkar destpêka Gulan dest bi çandina sebzeyên havînê dikin û piştî 3 mehan êdî sebze digihên û cotkar hilbarînên dadixin sûkan. Lê belê çandina şitilan di hingaran de navîna Sibatê dest pê dike. 

Her wiha cotkarên herêmê ji bo çandina şitlan di nav axê de axê hazir dikin.

Têkildarî mijarê cotkar Ebdurehman El Ebdullah ê ji gundê Kîsret Şêxe Cuma ji ajansa me re got: "Ji bo me û ji bo ku em hilberînên berhemdar bi dest bixin, çandina şitlan di hingaran de vebijarkek gelek baş e. Hingar giyayan ji gemarbûna hewayê û nexweşiyan diparêze û dihêle ku giya sûdê ji rave bigire. Lêçûna wê kêm e û berhemdayîna wê baş e."

El Ebdullah wiha domand: "Em di van hingaran de hemû cûreyên sebzeyan diçînin wek xiyar, kûsa, firing, bacan û hwd. Ev cûreyên sebzeyan xwetêrkirinê li kantona Reqayê pêk tîne û miqdara zêde jî ji bo kantonên din tê şandin."

Cotkar Ebdulselam El Mihemed ê ji gundê Kîsret Ferec jî got: "Di çandina sebzeyên havînê de destpêkê em şitilan di hingaran de diçînin, piştî ku mezin bibin ew şitil di cihekî domdar de tên çandin."

El Mihemed diyar kir ku nexweşiyên ku di nav şitlan de belav dibin, ji wan re dibin zehmetî û wiha domand: "Em bang li Desteya Çandinî û Avdanê dikin ku ji cotkarên sebzeyên havînê re mazota avdanê û semadê peyda bikin da ku berhemdayîn baştir bibe û xwetêrkirin li kantonê bi dest bikeve û nirxên sebzeyan erzantir bibin."

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê ji bo piştgiriya vê saktorê ji sedî 5 ji alîkariya berhemdayîna çandiniyê, veqetand.

(mh-şx)

ANHA