ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 14-8-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 14-8-2024
14 tebax 2024   02:00

Şêniyên bajarê Kobanê destnîşan kirin ku divê têkoşîna 40 salî ya bi pêşengiya şehîd Egîd dest pê kiriye, were mezinkirin. Her wiha gotin, teqandina guleya yekemîn, ji bo belê Kurd destpêka jiyaneke nû bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên kantona Reqayê diyar kir ku ew di têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin û bang li tevahî rewşenbîrên li Sûriye û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di oxira wê yekê de têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kantona Minbicê di çend salan de gelek guhartin çêbûn. Avakirina yekitiya pêkhateyan û şerê wan ê rizgarkirinê li dijî DAIŞˊê, di guhartina taybetmendiyên kantonê de xaleke herî girîng bû.

Jinên kantona Dêrazorê diyar kir ku dê herêmê ji êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî û tevahî êrişan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikumeta Lubnanê hewl dide dema şerekî giştî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de pêk were, planeke awarte çêke. Lêkolînerekî jî got “dewleta Lubnanê hilweşiyayî ye û tu hêza wê ya sekna li hember krîz û şeran nîn e”. (BI WÊNE)

Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Girkê Legê û Tirbespiyê gelek kolan qîr kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi koordîneya Akademiya Zanistên Civakî, ji bo gotubêjkirina pêngava navneteweyî û pêşkêşkirina modelan li ser konfederaliya demokratîk civînekê li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Civaka Demokratîk a kantona Firatê Konferansa Yekemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li hola Navenda Çand û Huenrê ya Kobanê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxstinên jinan ên bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê têkildarî êrişên hêzên hikuemta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" daxuyanî didin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star ji bo piştgiriya jinan li Efganistanê daxuyaniyekê dide li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina sûcên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" û darvekirina çalakvanên jin li Îranê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)