ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 05-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 05-07-2025
5 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku bi tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare civakeke demokratîk ava bike, ji bo pêkanîna vê yekê jî azadiya wî ya fîzîkî şertekî sereke ye. Şêniyan got dê heya azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hemwextî bêdengiya navneteweyî û tunebûna şopandina siyasî û ragihandinî, li perava Sûriyeyê sûc û binpêkirin zêde bûne. Girêdayî wê endamê Meclisa Pêkhateyên Sûriyeyê der barê domandina bêdengiya navneteweyî û ya herêmî, hişyarî da. . BI WÊNE

Hesen Newaf Hac Elî mînaka zindî ya têkoşîna demdirdiêj e. Rêwîtiya wî ya têkoşînê li gundê El Zeydiyê li gundewarê Zerganê dest pê kir,  li çeperên şer û qadên şoreşê rastiya ku şoreşek bi ked û têkoşînê pêş dikevin çesipand û tekez kir ku parastina ax û nirxên mirovan berpirsiyariya her kesî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Reqayê diyar kir ku şêniyên bajar der barê paqijiya taxên xwe û derdorê de baldar nîn in, ev jî barê wan giran dike û xwest hişmendiya paqijiyê were zêdekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Qinê yê Kantona Firatê navenda tenduristiyê ku ji sala 2015’an ve xizmetê dide bajar û 50 gundan, li gorî pêdiviyan tê nûkirin û mezinkirin. . BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Brakê ji ber germahiya havînê ya dijwar, derfetên kêm û xirabûna binesaziyê di peydakirina ava vexwarinê de gelek zehmetiyan dikşînin, bajar wekî çavkaniya sereke xwe dispêre stasyona Til Azan. Lê tevî zehmetiyan, tîma beşa avê hewlên xwe didomîne da ku pirgirkê çareser bike, di heman demê de şêniyan daxwaza berfirehkirina tora avê û kolandina bîrên nû dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo ji bo şehîd Egîd Têkoşer merasîma xiyabî li dar dixe, li mezargeha Şehîda Delîl Saroxan li Qamişlo. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Têkiliyan ya Hêzên Ewlekriya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şêniyên bajarê Sirînê yê kantona Firatê civînekê li dar dixw, li Navenda Çandê ya bajêr. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN