Îsraîlê bersiva Hamasê ya der barê agirbestê de wergirt

Îsraîlê bersiva Hamasê ya der barê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesta 60 rojan wergirt, û biryar e ku hikûmeta Îsraîlê civînekê li dar bixe da ku li ser bersivê gotûbêj bike.

Îsraîlê bersiva Hamasê ya der barê agirbestê de wergirt
5 tîrmeh, 2025   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsrîlê Yedioth Ahronoth eşkere kir ku Îsraîlê bi rêya navbeynkarên herêmî bi fermî bersiva Hamasê ya der barê pêşniyara agirbestê li Xezayê wergirtiye.

Hamasê jî di daxuyaniyek fermî de roja Înê êvarê ragihand ku bersiveke "erênî" daye, û diyar kiriye ku ew amadeye tavilê danûstandinên li ser mekanîzmaya bicîhanîna peymanê bibe.

Hamasê got ku wan şêwirên navxweyî bi aliyên Filistînî re derbarê pêşniyara dawî ya ku ji hêla navbeynkaran ve, bi taybetî Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin, bi dawî kiriye.

Îro hikûmeta Îsraîlê dê ji bo nirxandina bersiva Hamasê civînek berfireh li dar bixe. 

(k)