ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 04-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 04-09-2025
4 îlon, 2025   02:00

Jinên ji kantona Reqayê diyar kirin ku fedakariya têkoşer Emîne Elî ji bo wan mînaka vîna azad a jinan e û ji bo berdewamkirina têkoşînê, parastina ax û azadiyê jî çavkaniya îlamê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Rêxistina Efiyê ya navnetewî û çalakvanê mafên mirovan ê Misrî Alaa Selama diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan ji gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re hatiye şandin da ku zextê li Enqereyê bike ku "Mafê Hêviyê" ya ku Dadgeha Ewropayê di 2014ˊan daye, bide.

jinên li Kampa Waşokanî ev 6 sal in êşa koçberiyê dijîn, ew ji saetên berbangê ve dikevin ser rêya bermîlên avê da ku pêdiviya xwe ya avê pêşwazî bikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

25 êrişên Îsraîlê bo ser axa Sûriyeyê hatin şopandin, 15 xalên kontrolê yên demkî hatin danîn, 6 kes hatin girtin, li 10 malan serdegirtin pêk hat, 2 mal hatin hilweşandin, û 7 êrişên hewayî hatin kirin, di encamê de 6 leşker û sivîlek hatin kuştin, ev yek di nav nebûna tevahî gavên hikûmeta veguhêz de.

Mala Jinê li bajarê Hesekê panêleke diyalokê bi serenavê ‘’Parastina Jin û Civakê’’ li xwaringeha Marpêla organîze dike (09:00).BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Ciwanên Şoreşge ya Sûriyeyê, merasîmê biranînê yê endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan Çiya Rizgar li hola Serdem ya çand û huner li bajarê Hesekê bi rêxistin dike (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Weşanxaneya Şilêr bi merasîmekê navendeke çandê li bajarê Qamişloyê vedike (19.00).BI WÊNE Û DÎMEN.