Li taxa Mezê ya Şamê teqîn-hat nûkirin

Li taxa Mezê ya Şamê teqînek çêbû. Li gorî desthilata Hikumeta Veguhêz a Şamê teqîn, bomeyek bû û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Li taxa Mezê ya Şamê teqîn-hat nûkirin
3 îlon, 2025   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Şamê ragihand ku li taxa Mezê ya Şamê teqînek çêbûye.

Şahidan bi bîr xist ku bombeyek di erebeyekê de bombeyek hatiye teqandin.

Ajansa Hikumeta Veguhêz a Şamê ku agahiyên xwe spartin berpirsekî ewlehiyê li Şamê, bombe di erebeyekê de hatiye teqandin û armanc jî endamekî “hêzên ewlehiyê” bû lê ti windahiyên canî çênebûne.

Nûçegihanê kanal ŞAM TV, ku agahiyên xwe spartin şahidan, dengê teqînekê li taxa Vîlat a nêzî Mezê hatiye bihîstin. Heman nûçegihan diyar kir ku erebeya teqiyaye ya jinekê ye ku di rojnamegeriyê de kar dike.

Hin çavkaniyên din jî ragihandin ku erebeya berpirsekî ewlehiyê yê hêzên Hikumeta Veguhêz, hatiye teqandin.

Hêzên ewlehiyê jî deriyên têketina taxa Mezê 86 hemû girtine û di nava herêmê de belav bûne.

(şx)