Têkildarî lihevkirina 10`ê Adarê û asoyên çareseriyê panel

Di panelekê de ku PYD`ê li dar xistiye, hate gotin pergala nenavendîbûnê vebijarka herî guncew a Sûriyeyê ye û bi rêya diyalogê sûriyeyî dê vê pergalê vebijêrin.

3 îlon, 2025   22:51
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk li hola Sandîqeya Karkeran a bajarê Rimêlanê panelek bi sernavê “Lihevkirina 10`ê Adarê û rêbazên lihevkirinê ber bi Sûriyeya pirreng a nenavendî ve” li dar xist. Gelek akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar tev li panelê bûn.

Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso panel bi rêve bir û behsa naveroka lihevkirinê, rêbazên piratîkkirina wê, pêvajoyên ku her du aliyên lihevkirinê gihaştinê û siberoja wê kir.

Hiso diyar kir ku tenê bi diyalogê dê sûriyeyî çareseriyên bingehîn bibînin ku ji ber berjewendiyên derve û destwerdanên wan gelek êş kişandine.

Hiso teqezî bi helwesta Rêveberiya Xweser a têkildarî dilsoziya bi lihevkirinên berê re kir û got: “Lihevkirina 10`ê Adarê gotara nefretê qebûl nake.”

Di dawiya panelê de, beşdaran destnîşan kirin ku ew piştgiriya lihevkirina 10`ê Adarê dikin û careke din gotara nefretê û sorkirinê red kirin. Beşdaran destnîşan kir ku divê aştiya navxweyî û parastina pirrengiyê bê xurtkirin û gotin pergala nenavendî, misogeriya mafên tevahî pêkhateyan û avakirina Sûriyeya Demokratîk e.

(şx)

ANHA