ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 02-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 02-07-2025
2 tîrmeh, 2025   02:00

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku pêwîst e koçber bi awayekî ewle, di bin çavdêriya navneteweyî de, vegerin bajarên xwe, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji hêrêmê giştî vekişin û got "Çiqas dagirkerî dirêj bike Efrîn ê Efrîniyan e û dema vegerê nêzîk bûye." BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Êzidî piştgiriya xwe bi jinên li peravê re anî ziman û ji wan xwest li hemberî tundiyê rêgeza xweparastinê bi hêz bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nexasim jinên li bajarê Holê yê kantona Cizîrê peyama ‛Jineolojî’ ya Rêber Abdullah Ocalan bi moralên bilind pêşwazî kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dubare kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Kêmbûna ava Çemê Firatê bandoreke mezin li şêniyên kantona Tebqayê kiriye. Ji ber kêmbûna avê stasyona pompekirina ava vexwarinê hate rawestandin, lewma rewş ber bi karesateke mirovî ve diçe û dê bandorên trajîk li jiyana şêniyan bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hevsengiyên nû derxistin holê. Wî şerî rêyên nû yên pevçûna di navbera her du aliyan de vekirine ku dibe bi awayekî bibandortir dubare bibe. BI WÊNE

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Corî El Xelefo li Pakrewangeha Şehîd Dijwar defin dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN