Ciwanên PYD’ê ji bo nîqaşkirina peyama Rêber Apo panelek li dar xist

Ciwanên PYD'ê ya Helebê, bi dirûşma "Bi banga aştî û têkoşîna ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin", paneleke diyalogê li dar xist.

2 tîrmeh, 2025   00:07
HELEB
MIHEMED EBDO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê ji bo nîqaşkirina naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Panel bi diûşma "Bi banga aştî û têkoşîna ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" li parka 4'ê Nîsanê ya bakurê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin û tê de endamên rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di panelê de bi zimanê erebî peyama Rêber Abdullah Ocalan ji hêla Ciwanên PYD'ê Aya Xermende û Xelîl Mihemed ve hat xwendin.

SIYASETA AŞTÎ Û DIYALOGÊ

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Ciwanê serbixwe Kemal Berazî diyar kir ku guhartina pêwist a di vê qonaxê de guhartina siyaseta berxwedanê ji bo siyaseta aştî û diyalogê ye.

Kemal Berazî pêşniyar kir ku navendên lêkolînên taybet bi ciwanan ji bo pêşxistina şiyanên wan werin vekirin, bi taybetî di aliyê teknolojiyê de sûd ji enerjiyên ciwanan were girtin.

Endamê Şaredariya Gel Osman Piling destnîşan kir ku tevgera azadiya Kurdistanê ji destpêka damezrandinê ve xwe spartibû enerjiyên ciwanan û niha jî ji bo aştiyê xwe dispêre heman enerjiyê.

XWEDÎDERKETINA LI PEYAMA RÊBERTÎ

Endamê Xwendekarên Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyê Yeqîn El Hur Xezal diyar kir ku divê ciwan li gorî gelek pîvanên sereke xwedî li peyama Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

PERWERDE MISOGERIYA PARASTINA FIKRA AZAD IN

Endama Tevgera Çand û Hunerê Bêrîvan Mûsa diyar kir ku parastina fikra azad a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye erkê ciwanan e, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya civakê bi azadiya jinan û ciwanan ve girêda ye.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û jihêla endama Ciwanên PYD’ê Reşa Ebdo ve hat xwendin û wiha ye:

-Wek ciwan, em ê ji bo nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî tê bikoşin û em ê hewl bidin civakeke demokratîk û siyasî ava bikin.

-Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xebata ji bo hişyarkirin û belavkirina fikra Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku azadiya Rêbertî mifteya çareseriya rastîn a hemû krîzên li Rojhilata Navîn e.

-Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîanîna komploya navneteweyî bi hemû şêweyên wê, têkoşîna ciwanan were bilindkirin.

-Xebitîna li ser yekkirina partiyên Sûriyeyê û misogerkirina yekîtiya ciwanan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi dirûşmeya "Sûriye ji bo hemû Sûriyan".

-Lidarxistina dewreyên hişyarkirinê li gorî firk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku ev rêyek e ji bo xwenaskirinê ye.

(mh/fr)

ANHA